Artêşa Tirk êrîşên xwe li dijî Efrînê dijwar kirin

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser kantona Efrînê zêde kirin û bi awayekî dijwar navenda bajarê Efrînê, herêma Cindirêsê û navçeya Mabata topbaran dike.

Her wiha balafirên şer ên artêşa dagirker herêma Raco û gundê Etmane bombebaran kir.

Di heman demê de, artêşa dagirker gundê Kobela û kampa Rûbar topbaran dike.

Derbarê ziyanên ku çêbû, tu agahî nehatine bidesxistin.

Topbaran dewam dike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …