QSD nasnameyên 6 têkoşerên Berxwedana Serdemê ragihand

NAVENDA NÛÇEYAN – QSD′ê nasnameyên 6 şervanên xwe yên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihandina QSD′ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 6 cangoriyên ku berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê de şehîd bûne, ragihand.

Daxuyanî wiha ye:

″Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin bi hemû cûreyên çekên giran û balafiran, li herêmê pêşve biçin.

Êrîşên dagirkeriyê rastî berxwedaneke bêhempa ya şervanên QSD′ê tê û dagirker derbeyên giran dixwin. Di şer de 6 şervanên me bi qehremanî şer kirin û gihîştin asta şehadetê.

Em soza parastina herêma Efrînê li hember êrîşên dagirkeriyê û şopandina riya şehîdan didin.

 Nasnameyên têkoşeran wiha ne:

OZKUR EFRIN

Navê tevgerî: Uzgûr Efrîn

Nav û paşnav: Îsa Erîk

Navê dayîkê: Helîma

Navê bav: Osman

Cih û dîroka şehadetê: Bilbilê (gundê Sarîncekê)-13′ê Sibata 2018′an

IEREŞ AMED

Navê tevgerî: Êrîş Amed

Nav û paşnav: Serwet Oz

Cih û dîroka şehadetê:Bilbilê-14′ê Sibata 2018′an

CUDI A MOHNOS

Navê tevgerî: Cûdî Amanos

Nav û paşnav: Ehmed Murad

Navê dayîkê: Leyla

Navê bav: Mustefa

Cihê jidayîkbûnê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Raco-16′ê Sibata 2018′an

DILIL-GUDI

Navê tevgerî: Delîl Cûdî

Nav û paşnav: Delîl Bekir

Navê dayîkê: Welîde

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka şehadetê: Bilbilê-12′ê Sibata 2018′an

ROBAR

Navê tevgerî: Rûbar Korkmaz

Nav û paşnav: Hakan Tekîn

Cih û dîroka şehadetê: Raco (gundê Bilîlka)-10′ê Sibata 2018′an

MURAD-EFRIN

Navê tevgerî: Murad Efrîn

Nav û paşnav: Murad Bermecî

Navê dayîkê Meyasa

Navê bav: Ekaş

Cihê jidayîkbûnê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Şiyê (gundê Xelîl)-3′yê Sibata 2018′an

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …