Artêşa Tirk a dagirker çeteyan li şûna leşkerên xwe bi cih dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk a dagirker leşkerên xwe dibe aliyê din ê dîwarê şermê û çeteyên xwe di şerê bi YPG′ê de bi kar tîne.

Çavkaniyeke ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker li eniya navçeya Şiyê leşkerên xwe dibe aliyê din ê dîwarê şermê û komên çete yê di bin navê Mertala Firatê de tev digerin di şerê bi YPG′ê re bi kar tîne û hemû deriyan li pêşiya wan digire da nikaribin vekişin aliyê Tirkiyeyê.

Li gorî çavkaniyê, dewleta Tirk bi vê yekê çeteyên Mertala Firatê tasfiye dike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …