Rêhevalê me yê ku di encama qezayekê de şehîd ketî bi bîr tînin

 

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Rêhevalê me Serdar Tolhildan ku li bajaroka Rimêlanê ya girêdayî Girkêlegê ye erk û peywîrên xwe pêk dianî, di roja 1’ê Mijdarê di encama qezayekê de gihîştiye şehadetê.

 

Rêheval Serdar ê li  bajarê Kobanê ji dayik bûye di temenê xwe yê ciwantiyê de berpirsyartiya parastina welat erka bicîhanîna yekemîn dît û barê şoreşê ku diket ser milê her mirovê ku li ser vê axê dijî, girt ser xwe. Di têkoşîna xwe ya şoreşgerî de li ser van hest û rastiyan tevgeriya û heya dawiyê jî têkoşiya ye.

 

Em serî de ji malbata şehîd û tevahî gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û hemû şehîdên me yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê bîranînên rêhevalê me yê şehîd di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û soza serkeftina pêkanîna azadiya gelê me careke din nû bikin.

 

Nasnameyê rêhevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Serdar Tolhildan

Nav û Paşnav: Mahir Îbî

Navê Dayikê: Nazli

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Rimêlan / 1’ê Mijdarê 2018’an

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê

7’ê Mijdarê 2018’ê

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …