BEŞÊ RAGİHANDİNA BUROYA YPJ Ê – Navenda Ragîhandina YPGʹê nasnameya 5 şervanên YPGʹê yên di pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûne, eşkere kir.
Navenda Ragîhandina YPGʹê nasnameya 5 şervanên YPGʹê yên di pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûne bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Daxuyaniya YPGʹê ya li ser malpera Fermî ya YPGʹê hate weşandin wihaye:
ʺŞoreşa Rojava û Bakûrê Sûrî, her roja ku diçe, bi berdêl û fedakariyên bê hempa mezintir û dewlemendtir dibe. Ruxmê hemû êrîş û binpêkirinên ne rewa yên dijminan jî, milekî li paytexta teror û paşverûtiyê ya DAIŞ, li milê din li her çar aliyên Rojava şerê parastina rûmet, azadî, hebûn û pêşeroja gelên Sûrî didome. Dijminên gelan û hevkarên wan yên di axa Sûrî ya qedîm de her çi jî dikin nikarin ev meşa gelên bindest ya ber bi azadiyê ve asteng bikin. Dîrok îro jî li bakûrê Sûrî û Rojavayê Kurdistan şahidiya egîdiya ciwanên azadîxwaz dike. Ew kesên ku bi awayekî bêguman îspatkirin ku tu bend u dîwar nîne li hember herikîna ber bi siberojên ronahî bisekine.
Ev rastî îro li Reqqa careke din di şexsê van şervanên leheng de digihîje îfadeyeke şênber. Kesên ku bi jiyana xwe dibin hêviya mazlûman, bi şehadeta xwe jî dibin misogeriya Sûrî ya azad û demokratîk. Operasyona rizgarkirina Reqqa ya ku bi vê armancê tê meşandin, her ku ber bi encam girtinê ve diçe, çeteyên DAIŞ careke din bi panîk û tirseke mezin êrîşî derdoran dikin. Yek ji van êrîşan, di dîroka 19 gulanêdeli Şedadê pêk hat. Di êrîşên çeteyan ya bi seyareya bombebarkirî û bejahî yên hemwext, 4 hevrêyên me bi armanca şikandina êrîşan bi lehengî şer kirin û gihîştîn şehadetê. Di encam de ev êrîş hate şikandin. Hevalekî me jî di operayona Xezeba Firatê de, bi xelaskirina bajarê Tebqa ve şehîd ket.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ di şexsê van 5 hevalên xwe de hemû şehîdên şoreşê û tekoşerên azadiyê careke din bibîrtînin. Em soza xwe ya şopandina rê û serxistina armancên wan nû dikin. Di serî de ji malbatên wan re, ji hemû gelên Rojava û Sûrî re sersaxiyê dixwazin.
Nasnameyên şehîdan wiha ye:
Nav û Paşnav: Argêş Hesekê
Navê Rast: Mehmûd Tirkî
Navê Dayîkê: Fitem
Navê Bav: Giret
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 19 Gulan 2017, Gundê Malihê, Şedadê
=====
Nav û Paşnav: Çekdar Cûdî
Navê Rast: Raman Hesen
Navê Dayîkê: Şemsa
Navê Bav: Hemîd
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 19 Gulan 2017, Gundê Malihê, Şedadê
=======
Nav û Paşnav: Nîdal Hesekê
Navê Rast: Ebdulhekîm Mele Xelef
Navê Dayîkê: Xewla
Navê Bav: Ebdulkerîm
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 19 Gulan 2017, Gundê Malihê, Şedadê
=====
Nav û Paşnav: Şêro Hesekê
Navê Rast: Muwafaq Eswed
Navê Dayîkê: Fatma
Navê Bav: Salih
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 19 Gulan 2017, Gundê Malihê, Şedadê
=====
Nav û Paşnav: Doçka
Navê Rast: Hesen Mihemed
Navê Dayîkê: Meryem
Navê Bav: Hesen
Cihê ji Dayîkbûnê: Tebqa
Cîh û Dîroka Şehadetê: 20 Nîsan 2017, Tebqa
ÇAVKANȋ: RAGİHANDİNA YPG