′Zarokên me di oxira parastina welat de şehîd bûn

 

KOBANÊ – Malbatên şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên bajarê Kobanê îdîaya Erdogan a ″PKK terorîste″  şermezar kirin û dane zanîn ku zarokên wan, ne terorîstin û di oxira parastina welat de şehîd bûne.

Dema ku Serokê Tirkiyê Erdogan, çû paytexta Amerîka Washingtonê, bi Serokê Amerîka Donald Trump re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de Erdogan PKK′ê wekî terorîst bi nav kir, Trump jî anî ziman ku dê herdû dewlet bi hev re bibin alîkar û şerê PKK′ê bikin. Li hember vê yekê, gelê Rojava nerazîbûn nîşan da.

Li Kantona Kobanê malbatên şehîdên ku di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne, berisveke tund dan gotinên Erdogan û Trump û anîne ziman ku zarokên wan ne terorîstin û di oxira parastina welat de, şehîd bûne.

 

Ibrahîm El-Cezayrî ku birayê wî di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de şehîd  bûye, diyar kir ku birayê wî di sala 1997′an ji bo parastina axa Kurdistanê şehîd bûye û wiha got: ″Birayê min li hember dijminên mirovahiyê şer dikir û li hember faşîzma AKP′ê ya li dijî gelê Kurd serî hilda. Ev şehîdên azadî û aştiyê ne, ne terorîstin ji ber wan li hember zulm, desthilatdarî û koletiyê şer kirin.″

 

Fîdan Ehmed xwîşka şehîd Şervîn ku di sala 1992′yan de di nava refên PKK′ê de şehîd bû, wiha axivî: ″Em îdîa û derewên ku li ser şehîdên me yên ku canê xwe fedayî axa welatê xwe kirine, şermezar dikin. Bila tevahî cîhan bizanibe ku PKK′ê ne terorîste, lê terorîstê resen Erdoganê ku destek dide terorê ye.″

 

Mustefa Umer bavê şehîd Ehmed Umer di sala 1994′an de di nava refên PKK′ê de şehîd bûye, destnîşan kir ku kurê wî jiyana xwe kiriye bedela azadiya gelê xwe û wiha domand: ″Bi hezarê salane dijmin êrîşî me dike, em li hember zulm û zordestiyê li ber xwe didin. Em ne terorîstin û şehîdên me jî ne terorîstin, ew şehîdên aştî û azadiya gelan in.″

Mustefa di dawiya axaftina xwe de, bang li gelê Kurd ê herçar parçeyên Kurdistanê kir ku yekîtiya xwe ava bikin, parastina Tevgera Azadiya Kurdistanê û PKK′ê bikin û wiha got: ″PKK gele, gel jî PKK′ê ye″.

 

    ÇAVKANȋ:HAWAR                                                                        

 

 

Check Also

Ji Bo Bîranîna 12 Gulîmorên Alaya Xweser a Şehîd Zîlan

Me sozek dabû rêhevalên xwe yên şehîd, soza me ew bû ku ger derbaskirineke dijminê …