QSD‘ê dewreyek nû ya şervanên Dêrazorê bi dawî kir

Li Akademiya Şehîd Egîd a QSD‘ê dewreya perwerdeyê ya bi navê “Şehîd Hemûd Ehmed El-Sebaxa” bi merasîmê bi daw bû.

Li Akademiya Şehîd Egîd a QSD‘ê beriya 29 roj an bi tevlêbûnna hejmarek ciwanên Dêrazorê dewreyeke perwerdeyê bi navê “Şehîd Hemûd Ehmed El-Sebaxa” hatibû destpêkirin.

Di dewreyê de wêneyên leşkerî û bîrdozî hatin dîtin.

Dewreya perwerdeyê îro bi merasîmekê bi dawî bû. Hejmarek şervan û fermandarên QSD, endamên Meclisa Zagonsaz, Meclisa Jin, Meclisa Malbatên Şehîdan, şêx û rûspiyên herêmê û bi dehan şêniyan bajaroka Kisra beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê bi navê Hêzên Leşkerî ji fermandarên QSD Dilşêr axivî. Dilşêr qedandina dewreyê li şervanan û şêniyên Dêrazorê pîroz kir û got: “Şehîd leheng û pêşengên me ne, em soz dikin ku em ê xeta wan bişopînin heya hemû herêman ji çete û dagirkeran rizgar bikin.”

Bi navê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivî a Demokratîk a Dêrazorê endamê Meclisê Xelef El-Eseed jî axivî û got,” Divê em li hemberî hewldanên hedefgirtina aramiya herêmên me bisekinin û planên dijber têk bibin.”

Di dawiya merasîmê de şervanan sûnda leşkerî xwarin.

Şehîd Ehmed Hemûd El-Sebaxa bi nasnav (Zaza) 23‘yê Îlonê di Pêngava “Şerê Tinekirina Terorê” li gundê Baxozê şehîd bû.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …