Li navçeya Bilbilê ya Efrînê 3 çeteyên dagirker hatin kuştin

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me çalakiyên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li herêmê didomînin. Di vê çarçoveyê de;

 

Di dîroka 30’ê Mijdarê, li gundê Heyama ya girêdayî navçeya Bilbilê yekîneyeke me li dijî benda kontrolê ya komên çete bi navê Feylaq el-Mecid çalakiyek li dar xistin.

Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê

2’ê Kanunê 2018’an

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …