Şervanê bi navê Birûsk Hemade derbarê mijarê de got ku ew bi armanca pêşxistina fikrê xwe yê siyasî, bîrdozî û leşkerî tevlî dewreyê bûne û ev tişt anî ziman: “Tiştê em di perwerdeyê de hîn bûn, em ê li ser erdê piratîze bikin. Em ê xaka xwe ji hemû destwerdan û êrîşên derve biparêz in.”

Şervanê bi navê Sêf Reqa jî li ser mijarê got ku hemû şervanên tevlî foca wan a leşkerî bûne ji hemû erkên di nava QSD’ê de ji wan were xwestin dê pêk bîn in û ev tişt anî ziman: “Erka me ne tenê parstina Reqayê ye. Lê belê em hazir li her derê welat erka xwe ya parstinê pêk bîn in. Em ê heta dawî şopdarên riya şehîdên xwe bikin.”

Şervanê bi navê Îsa El-Salih da diyarkirin ku ew ne kurê Reqa tenê ye û wiha dom kir: “Ez kurê tevahî Sûriyê me. Çi metirsîn û xeterî li ser kîjan devera Sûriyê pêk were, ew tehdîda li ser me ye. Tu mafê dagirkeriya Tirkiyê nîne ku xaka me dagir bikin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ