Merasîm li başûrê bajarê Cirniyê hate lidarxistin. Hevserokê komîteya Parastinên a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Mihemed Xalid, yek ji fermandarên QSD`ê Rojda Felat her wiha fermandar û endamên saziyê sivîl ên bajarokê Cirniya beşdarî merasîmê bûn.

Hevserokê komîteya Parastinê ya Tebqayê Mihemed Xalid di mersîmê de axivî û got ku şêniyên herêmê kesên ku bawerî bi wan tê û ev tişt anî ziman: “Em dewreyekê bi dawî dikin. Em vê dewreyê li şervanan pîroz dikin. Vaye îro erkeke nû ji we re hate dayîn. Pêwîste hûn herêm li hember hemû êrîşên derve biparêzin û erka xwe li hember welat xwe pêk bînin.”

Zêdeyî 100 şervanî tevlî dewreya perwerdeyê bû. Di dewreyê de dersên bîrdozî û leşkerî hatin dayîn. Dewreya perwerdeyê 30 rojî dewam kir. Di dawiyê de şervanan soza parastina gel û axa welat dan.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ