Di encama teqîna mayînekê de zarokek jiyana xwe ji dest da

 

 

ŞEHBA – Zarokê bi navê Mahir El-Elî yê ji gundê El-Wehşiya ya girêdayî kantona Şehbayê di encama teqîna mayînekê de li gundê Hesacek jiyana xwe ji dest da.

Îro serê vê sibehê mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê di nava zeviyên çandiniyê de teqiya û di encamê de zarokê bi navê Mahir El-Elî (10) birîndar bû.

Şêniyan yekser Mahir rakirin navnda tendirûstiya ya navçeya Fafînê, lê tevî hemû hewildanên bijîşkan Mahir jiyana xwe ji dest da.

Di vê çaroçoveyê de, rêveberê navenda tendirûstiyê ya navçeya Fafînê Ehmed Abdullah di navenda wan de zehmetî  di kêmbûna derman û  alavên tenduristî de dibînin.

Ehmed Abdullah banga alîkariyê li rêxistinên mafê mirovan kir

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …