Şêniyên Efrînê: Em dagirkeriya Tirkiyê ji xaka xwe re qebûl nakin

 

 

 

Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dimîn in diyar kirin ku ew jiyana di bin konekî biçûk û bê xwarin de qebûl dikin, lê dagirkeriya dewleta Tirk a ji xaka xwe re qebûl nakin. Welatiyan bang li civaka navdewletî kirin ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê erka xwe pêk bîn in.

Di encama êrîşa Artêşa Tirk û çeteyê wê ya li ser kantona Efrînê ku di 20’ê çile de destpê kir bi sedhezaran welatiyên Efrînê ber bi navçeya Şêrawa û kantona Şehba de koçber bûn. Welatiyan destnîşan kirin ku ji bo xwe ji komkujiyan biparêzin herêm terik kirin û derketin.

Welatiyên Efrînê yên ber bi Şehbayê ve koçber bûne ji ajansa me re axivîn.  Welatiyê bi navê Şêxmûs Hemo yê ji gundê Dîka ya herêma Raco koçber bûye û hatiye Efrînê diyar kir ew bi welatiyên gundê xwe re derketin û ev tişt anî ziman: “JI ber bombebaran û topbarana Artêşa Tirk me malên xwe terik kir û neçarî koçberiyê bûn. Ji bo em jiyana xwe rizgar bikin, me berê xwe da Şehbayê da ku em jiyana xwe rizgar bikin. Ji bo em jiyana xwe biparêzin, em niha li vir in.”

Hemo, di berdewama axaftina xwe dejî wiha got: “Em jiyana di bin konekî biçûk de qebûl dikin, lê em dagirkeriya dewleta Tirk ji xaka xwe re qebûl nakin. JI ber vê yekê em bang li civaka navdewletî û saziyên mafên mirovan dikin ku sînorekî ji êrîşa dewleta Tirk û dagirkeriya wê re dîne, her wiha alîkariya koçberan bikin.”

Welatiya bi navê Hedaya îbişt ya ji gundê Birînce ya girêdayî navçeya Şera jî derbarê mijarê de wiha got: “Balafirên Artêşa Tirk û topên wan em neçar kirin ku em ji malên xwe derkevin û hemû mal û milkên xwe li pişt xwe bihêl in. Mal û milkên me rastî wêraniyê hatiye. Êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê hişt ku em rojên herî reş bibîn in. Me wêranî, kuştin û koçberî dît.”

Hedaya her wiha bibîr xist ku Efrîn cihê bi ewle bû û wiha dom kir: “Efrîn cihê herî bi ewle yê Sûriyê bû. Bi dehezaran welatiyên Sûriyê yên ji hemû herêman berê xwe dabûnê. Ji ber wê êrîşa Artêşa Tirk zirarê ne tenê li şêniyên Efrînê kiriye, lê belê li gelek welatiyên Sûriyê yên koçberî Efrînê kiribûn jî ziyan dîtin. Ji ber vê em bang li hemû saziyên navdewletî yên têkildar dikin ku destwerdanê bikin ku dagirkeriya Tirkiyê ji xaka me derxin.”

Jina bi navê Zelîza Mûsa jî derbarê mijarê de axivî û got ku gelek zehmetî têne jiyankirin û wiha got: “Me gelek zehmetî kişandin heta em gihiştin Şehbayê. Şêniyên Efrînê gelekî westiyan heta herêmên xwe kirin wekî buhiştê, ji ber vê em ê qebûl nekin ku dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka me ya pîroz bimîne.”

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …