81 ciwanên Dêrazorê tevlî nava refên QSD‘ê bûn

QAMIŞLO – Li Akademiya Şehîd Mîtan a QSD‘ê 71 ciwanên ji Dêrazorê ku dewreya perwerdeyê bi dawî kirin, tevlî nava refên QSD‘ê bûn.

Dewreya perwerdeyê ku navê Şehîd Rêzan Qamişlo, lê hatibû kirin, 20 rojan berdewam kir, di perwerdeyê de, dersên bîrdozî û leşkerî hatin dayîn.

Bi armanca qedandina dewreyê merasîmek hate lidarxistin.

Hejmarek şervan û fermandarên QSD‘ê, Hêzên Asayîşê, şêniyên navçeya Til Hemîs û malbata şehîd Rêzan beşdarî merasîmê bûn.

Merasm bi tûraneke leşkerî dest pê kir. Paşê ji fermandarên QSD‘ê Rojvan Qamişlo qedandina dewreyê li endaman pîroz kir û got ku parastina welat erkeke ji her kesî tê xwestin û pêwîste endamên perwerdeyê li dijî her êrîşên ku werin kirin amade bin.

Birayê Şehîd Rêzan Qamişlo, Fecir Yehya El-Mihemed jî axivî û ev tişt got ku bi şopandina xeta şehîdan wê herêmên Bakuêr Sûriyê bi ewle bimîne.

Di dawiya merasîmê de, şervanan sûnda leşkerî xwarin û beşdarî nava refên QSD‘ê bûn û dê herêma xwe Dêrazor ji biparêzin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …