QSD: Di 24 saetên dawî de 95 çeteyên Tirk hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê diyar kir ku di 24 saetên dawî de li Efrînê, 95 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî li Efrînê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

ʺTevî ku Konseya Ewlekariyê ya navneteweyî biryara hejmar 2401 a rawestandina şerê li Sûriyê girt, dewleta Tirk êrîşên li dijî herêma Efrînê didomîne û biryara rawestandina şer binpê dike. Dewleta dagirker bi hemû cûreyên çekan û balafiran li gelê me siyaseta qirkirinê dide meşandin. Li hember van êrîşan em neçar in di çarçoveya mafê xweparastinê de, bersiva êrîşan bidin.

Bajarê Efrînê

Ji duh ve, li derdora gundê Xalta şerên giran  di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên  wê de rû didin. Di şerê ku heta niha li derdora gund rû dide, erebeyeke doçka b temamî hate rûxandin û 37 çeteyên artêşa  Tirk hatin kuştin. Her wiha dagirkeriya Tirk derdora gund bombebaran û topbaran dike.

Cindirês

Ji duh ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafir û çekên giran êrîşî gundên Keferdela, Feqîra û Qoçîma dike.

Bilbilê

Ji şeva din ta van kêliyan, di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerên giran rû didin. Her wiha navenda navçeya Bilbilê tê bombebaran û topbarankirin. Heta niha zêdetirî 250 top li navenda navçeyê kete. Di şerê ku heta niha dewam dike de, 27 çete hatin kuştin.

Li aliyê gundên Qestel Xidriye, Çoleqa û Xedra şerên giran ji duh ve di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de rû didin. Di şerê ku heta niha dewam dikin de, 17 leşker û çete hatin kuştin.

Mabata

Li gundê Birmîce jî şerên giran heta niha dewam dikin û di encamê de 14 teror hatin kuştin. Her wiha gund hatin bombebaran û topbarankirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …