Navenda Raghandinê ya Asayîşê derbarê şehadeta sê endamên Asayîşê li Efrînê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gorî daxuyaniya Asayîşê, sê endamên wan di 11`ê sibatê de, dema bi erka xwe di nava Berxwedana Serdemê ya Efrînê de radibûn û bersiv didan êrîşên artêşaTirk û çeteyên wê li eniya Mabata ya Efrînê şehîd bûn.
Li gorî daxuyaniya Navenad Raghandina Asayîşê nasnameya şehîdan wiha ne: Arif Elîko(41), Hisên Ebdo (40) û Miherim Xelîl (39).
Asayîşê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan heta dawiyê da.