Çeteyê ku hatî girtin bang li hevalên xwe kir: Li pey Erdogan neçin

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê çete ye  ku ji hêla hêzên QSD’ê ve hatî girtin xwest ku endamen din yên çete jî radest bibin û got, ″Li pey Erdogan neçin.″أسير لدى الوحدات أنا مدين لهم لتعاملهم الإنساني معي (2)

Li Bilbile ya Efrînê, li gundê Şêxorzê di şerê navbera Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û hêzên QSD’ê de çeteyekî bi navê Ebdulqadir Smaîl (19) ê  ji hêla hêzên YPG-YPJ’ê ve hate girtin.

Çeteyê ku bi birîndarî hatî girtin, Hêzên QSD’ê wî rakirin nexweşxaneyê, hate amaliyatkirin. Çete beriya bi salekê tevlî Dirî El Firat bûye, ku ev rêxixstin ji hêla DAÎŞ’ê ve beriya ku Cerablûs radestî dewleta Tirk were kirin, ji bermahiya çeteyên DAIŞ’ê û El Nûsra ve hatiye çêkirin.

Piştî ku hate girtin çete bang li endamên din kir û got, ‘’Werin radestî QSD’ê bibin.’’

‘Li pey Erdogan neçin’أسير لدى الوحدات أنا مدين لهم لتعاملهم الإنساني معي (6)

Endamê çete got beriya bi salekê ew tevlî nav rêxistina çete bûye, li ser şerê QSD’ê û piştre li ser girtina xwe wiha got;

‘Ez di şerê li dijî QSD’ê de birîndar bûm. Piştî ku birîndar bûm min bang li hevalên xwe kir ku alîkariyê bidim min lê alîkarî nedan min. Ez li cihê ku birîndar bûbûm hiştim. Piştre şervanên Kurd ez girtim. Li wir ez birim nexweşxaneyê. Doktoran tedawiya min kir. Ez li bara vê nêzîkatiya wan şaş mam. Ji ber ku min û hevalên xwe me îşkence li cenazeyên wan dikir. Ez li vir bang li endamen rêxistin  dikim ku li pey siyaseta Erdogan neçin û li dijî Kurdan şer nekin.’’

Doktorê ku çete li nexweşxaneyê emeliyat kirî, Şeban Seyîd li ser emeliyata çete got, ‘’Di destê wî de parçeyek hebû. Min ji ber berpirsyariya însanî ew emeliyat kir. Emeliyatê 4 saetan dom kir û serkeftî derbas bû.’’

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …