Gelê Til Hemîsê cenazeyê Rakan oxir kir

QAMIŞLO – Gelê Til Hemîsê bi merasîmekê bi heybet cenazeyê şervanê Bagera Cizîrê Rakan El-Îsa ê bi nasnav Tufeyhî Til Îsa li gorirstana Şehîd Raxib El-Etiyê oxir kirin.TILHAMIS-MARASIMI-SAHIDAN (5)

Bi sedan welatiyên navçeya Til Hemîsê cenazeyê şervanê YPG‘ê Tufeyjî Til Îsa yê di 4‘ê Sibatê de di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî erebeyan ber bi goristana Şehîd Raxib El-Etiyê ya li gundê Salihiyê ve herikîn.

Kerwanê cenaze li goristanê ji aliyê bi sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin.

Li vir toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ û YPG‘ê ve dest pê kir.

Bi navê fermandariya YPG‘ê Kemal Pîr piştî sersaxî xwestinê got “Gelên herêmê wê tu carî dagirkeriya Osmaniyan ya ku bi sedanê salan dewam kir û komkujî kir ji bîr nake. Erdogan çi ji gelan dixwaze. Bi hezaran koçber ên ji ber şer û hovîtiyê reviyan xwe spartin Efrînê, bi çi rengê û kijan qanûnê êrîşî Efrînê dike.”TILHAMIS-MARASIMI-SAHIDAN (6)

Kemal Pîr di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku Erodan li Sûriyê şa nabe, madem gel xwînê dide.

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Xilêwî tevlîbûna malbata şehîd ji bo Meclîsa Malbatên Şehîdan pîroz kir û ev tişt anî ziman “Erdogan li hemberî berxwedaniya şervanan tengav bûye, ji ber vê yekê li dijî hêzên QSD‘ê propogendayên reşkirinê dike. Lê bila nas bike ku berdêl çiqas girabuha be Efrînê wê biserkeve.”

Di berdewama merasîmê de bi navê TEV-DEM‘ê û Meclîsa Gel a navçeya Til Hemîsê Salih El-Xelef sersaxî ji malbata şehîd Rakan re xwest.

Salih El-Xelef li ser herkîna gel a ber bi Efrînê re ev tişt anî ziman “Ji herêmên cuda yên Rojava û Bakurê Sûriyê gel berê xwe da Efrînê da ku peyama serkeftina Efrînê bidin. Hemû pêkhateyên Rojava li pişta Efrînê ne. Gelê me ji derbeyên Erdogan natirse, lê belê çûne Efrînê da ku bi gelê wê re serkeftinê pîroz bikin.”

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê Şehîd di nava dirûşmeyan veşartin.

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …