Balafirên Tirk gundewarên Bilbilê bombebaran dikin

 EFRÎN – Balafirên Artêşa Tirk a dagirker gundewarên navçeya Bilbilê û gundewarên wê bombebaran dike.

  Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku ji saetên serê sibehê de, balafirên Artêşa Tirk a dagirker derdora çiyayê Gir û gundên Tobal, Ibêdan, Qurnê, Elî Caro û girê Şêx Xurzê yên navçeya Bilbilê bombebaran kirin.

Di encama bombebaranê de gelek ziyan gihîşt malên welatiyên herêmê.

Bombebaran didome.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …