Encamê şerê ku ji saetên sibê heta van saetan li herêma Efrînê rû dan wiha ye:
-Navçeya Şera:Di saetên sibê de, balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker Girê Baflonê bombebaran kir. Piştre, hêzên dagirker bi obus û çekên giran herêm topbaran kirin.
Her wiha di saetên sibê de şervanên QSD`ê erebeyeke çeteyan tevî du çeteyên têde kir armanca xwe. Di encamê de erebe bi temamî hate rûxandin û her du çeteyên têde jî hatin kuştin.
Di heman demê de, şervanên QSD`ê bi çekên giran noqteyên hêzên dagirker ên li Kefer Xaşe û Kilcibrîn hedef girtin. Her wiha artêşa dagirker û çeteyên wê bi dijwarî Girê Qestelê, Girê Baflonê û gundê Dîkmedaşê topbaran kir. Têkildarî şerê şeva din ku li Girê Qestelê rû daye, 15 leşker û çete hatin kuştin û erebeyeke BMB jî hate derbkirin.
-Navçeya Şiyê: Balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker derdora Girê Şiyê û derdora Çeqela bombebaran kir. Dîsa li heman navçeygê, şervanên QSD`ê çalakiyek lidar xistin û 2 mewziyên dijmin rûxandin.
-Navçeya Raco: Di saetên piştî nîvro de, şervanên QSD`ê di encama kemîna ku danîbû tangekeke artêşa dagirker rûxandin. Her wiha şervanên QSD`ê 2 balafirên biçuk ên keşfê yên hêzên dagirker li derdora gundê Edamê xistin xwarê. Di heman demê de, li herêmê geleke çek ketin destê şervanên QSD`ê. Her wiha di saetên êvarê de hêzên dagirker navçeya Raco topbaran kirin.
–Navçeya Bilbilê: Balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Şêx Xurzê û gundê Topel bombebaran kirin. Her wiha heta saetên şev derdora Bilbilê dihat topbarankirin.
–Navçeya Cindirêsê: Hêzên dagirker herêma Cindirêsê topbaran kir û heta niha jî dewam dike. Her wiha balafirên hêzên dagirker derdora gundê Xezewiyê bombebaran kir.