Ciwanên Kurd û Ereb ên Efrînê berê xwe didin eniyên berxwedanê

EFRÎN – Bi sedan ciwanên Kurd û Ereb ên kantona Efrînê berê xwe dan  eniyên berxwedanê û li rex şervanên QSD`ê li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker şer dikin.

Bi sedan ciwanên Kurd û Ereb ên  Efrînê serferberî bersivandin  û berê xwe dan eniyên berxwedanê yên herêma Efrînê û li rex şervanên QSD`ê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker şer dikin.

Ji duh ve, piştî erêkirina Rûsya, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafiran û bejahî êrîşe herêma Efrînê (kantonên Efrîn û Şehba) dikin. Şervanên QSD`ê jî yekser bersiva êrîşan dan û heta niha li gelek noqteyan di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker de şerên giran rû didin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …