QSD: Hewldana dagirkirina Efrînê têk çû, gelek leşkerên Tirk hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya QSD`ê  diyar kir ku herêmên ku artêşa  Tirk a dagirker û çeteyên ku dixwastin xwe lê bi cih bikin, hemû hatin paqijkirin.

Fermandariya Giştî ya QSD`ê derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên  wê li ser Efrînê daxuyaniyek da ra giştî.

Daxuyanî wiha yeʺDewleta Tirk a dagirker planên xwe yên li ser herêmê dixwaze bi xapandina pêkhateyên herêmê pêk bîne. Artêşa Tirk a dagirker bi rêya çeteyên ku li Tirkiyê perwerde dikir dixwaze di navbera gelê Ereb û Kurd de dijminahiyê pêş bixe û pêkhateyên herêmê bi hev bide şikandin. Lê heya niha ev plan vala tên derxistin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî îro derdorê nîvro di bin parastina balafirên şer, tank û topan de di hinek herêmên li ser sînor û gundên Efrînê xwestin xwe bicîh bikin. Hêzên me îro ber bi êvarê, li ser van çete û leşkerên artêşa dagirker a Tirk operasyoneke berfireh lidar xistin. Operasyona ku li 5 deverên cûda pêk hat de, gundê Edema, gundê Şadiya û gundê Sûrkê yên girêdayî navçeya Raco û gundê Şingêlê yê girêdayî navçeya Bilbilê ji çete û leşkerên artêşa dagirker bi giştî hat paqijkirin. Herwiha li hinek deverên li ser sînor pevçûnên giran diqewimin. Hewldanên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî yên ketina xaka Efrînê hate vala derxistin.

Artêşa dagirker a ku li hember hêzên me nikare di bejahî de pêş bikeve sivîlan careke din hedef girt. Di bombebarana li ser kampa Rubar a penaberan, gundê Cilbirê ya navçeya Şêrawa û derdorê bajarê Efrînê gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker bi armanca rewakirina êrîşên xwe navçeya Reyhanli ya Hatay bi xwe topbaran dike û hêzên me ji vê yekê sûcdar dike. Em diyar dikin ku tu têkiliyên me bi topbarana li ser herêmên sivîl ve nîne; herêmên ku li derveyî sînorê Efrînê dimînin tu caran ji alî me ve nehatiye hedef girtin.

Em careke din diyar dikin ku divê li gotin û manîpulasyonên li ser torên civakî û hinek ajansan îtîbar neyê kirin. Wê di derbarê pêşketin û encamên şer de ji alî Fermandariya me ve agahiyên berfireh bi raya giştî re werin parvekirin.

Di pevçûnên heya niha de hejmarek leşkerên artêşa dagirker û çeteyên wî hatine kuştin. Di derheqê encamên şer û berxwedanê de wê agahiyên berfireh pişt re bi raya giştî re werin parvekirin.ʺ

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …