KOBANÊ – Balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser gundê Zormexarê û bajaroka Şiyûx ên dikevin rojavayê bajarê Kobanê digerin.
Çavkaniyên ji Kobanê ragihandin ku balafirên keşfê yên Tirkiyê vê êvarê li gundê Zormexarê û bajaroka Şiyûx ên dikevin rojavayê bajarê Kobanê li beramberî Cerablusê li rex çemê Firatê digirin.
Artêşa Tirk a dagirker ev du roj in bi tank û topan gundên Zormexarê yê rojavayê bajarê Kobanê topbaran dike.