Li ser bersivdayînê, windahiyên çeteyan çêbûn

EFRÎN –Hêzên şoreşger ên hevbeş bersiva êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên kantona Şehbayê dan. Di encamê de windahiyên mirovîn ên çeteyan çêbûn. Çavkaniyekî leşkerî diyar kir ku hêzên şoreşger bersiva jêdera topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ku ji gundên Towîs ê girêdayî bajroka Marai ya herêma Şehbayê êrîş dikin da û daxuya kirin ku di encama bersivdayînê de windahiyên çeteyan çêbûn.

Çavkaniyê diyar kir ku di encama şer di navbera herdu aliyan de 2 çete hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî ji keleha Semanê gundên Îskayê yê navçeya Şêrawa topbaran dikin.

Her wiha Çavkaniyan diyar kirin ku 5 topên hawnê li derdora gundê Dîkmadaş ê girêdayî navçeya Şera ketin.

Hate diyarkirin ku çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ji gundê Yazîbagê yê herêma Ezazê herêmê topbaran dike. Di heman demê de, artêşa dagirker ji qereqolên xwe yên li ser sînor çiyayê Girê yê herêma Racoyê hedef kir. Li vir tu ziyan çênebûn.

Topbarana li deverên navborî didome

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …