Li Reqayê şer dijware, 16 çete hatin kuştin

REQA – Li navenda bajarê Reqayê şer bi dijwarî berdewam dike, di encamê de 16 çete hatin kuştin.

Li taxên navenda bajarê Reqayê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer berdewam dike. Li taxên Kurdan û Bedû û derdora parka El Beyda şervanan derbeyên giran li çeteyan dan. Di şerê li van deveran de 16 çete hatin kuştin.

Di şerê li derdora parka El Beyda şervanek û li taxa Bedû de du şervan şehîd bûn. Di şerê li taxa Kurdan de jî 2 şervan birîndar bûn.

Şer li van deveran bi giranî berdewam dike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …