3 çeteyên DAIŞ’ê yên Tirk, Elman û Kanedayî bi operasyonek taybet hatin desteserkirin

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Berxwedana me ya li hember çeteyên barbar a DAIŞ’ê ku ji Ewropa heya Asya û heya Rojhilata Navîn wehşiyet pêk aniye berdewam dike. Operasyonên serkeftî ku li Kobanê û Cizîrê hatine meşandin û herî dawî jî Pêngava Bagera Cizîrê ku li Dêrezorê berdewam dike tekezên herî berbiçav a dîrokî ne.

Şerê me yê berxwedanê ku îro li Rojava û Bakurê Suriyê berdewam dike, bi serkeftinên ku di her pêngavê de xistiye dest bûye hêviya mirovahiyê. Ev têkoşîna ku li erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê dixe bin misogeriya ligor her demê hêj bi hêztir bi serkeftinên girîng berdewam dike.

 

Ev pêkhateyê ku bingeha xwe ji her şêweyên feraseta paşverû girtiye, ji welatên Ewropa gelek kes tevlî bûye û gelek welatan jî derfeta rêxistinkirinê taybet bidest xistiye. Bi taybet jî şaneyên razayî ya vê pêkhateyê ji bo li Rojava û Bakurê Suriyê komkujiyan pêk bînin,  xebatên taybet dane meşandin û ketine tevgerê.

Wekî hêzên YPG’ê û YPJ’ê li hember van şaneyan operasyonên me yên serkeftî pêk hatine û ev dem bi dem ji raya giştî re hatine parvekirin. Di derbarê vê de ji tîmên me yên Antî Teror (Y.A.T)’ê ve di encama operasyonek taybet de 3 çeteyên ku eslê xwe Tirk, Elman û Kaneda ne hatine girtin.

 

Çeteyê bi navê Dirk Richard Pleil ku di sala 2015’an de li ser sînorê Tirkiyê derbas bûye û tevlî çeteyên DAIŞ’ê bûye, li laboratuarên protez a DAİŞ’ê de kar kiriye û di demên cûda de jî di çalakiyên derveyî mirov a çeteyên DAIŞ’ê de cihê xwe girtiye.

 

– Çeteyê bi navê Mihemed Elî a ji Kanedayê ye jî, sekvanekî taybet a DAIŞ’ê ye. Ev kes li Reqa, Dêrezor û Hesekê de faaliyet daye meşandin. Ji rêxistinê re bi hezaran endam perwerde kiriye û di heman demê de tevlî dehan çalakiyên dervî mirovane bûye. Di heman demê de ev kes ku dema li ser sînorê Tirkiyê, derbas bûye rastî tu astengiyan nehatiye, dîsa bi hezaran çeteyên ku li ser sînorên Tirkiyê de derbasî Sûriyê bûne vana jî him ji li xwe mikurhatina  çeteyên DAIŞ’ê û him jî di lêkolînên me de derketiye holê. Di nav rêxistinê de navê Ebû Tûrab El-Kanadî bikar aniye û li ser malperên civakî ji bo tevlîbûnê nav refên DAIŞ’ê bangawazî kiriye. Piştî êrîşên li Quebec û Ottawayê ev ji mirinê leşkeran re rê vekiribû, li ser malpera civakî bangawaziya zêdekirina êrîşan kiriye û daye diyarkirin ku çi sîvîl, çi hêzên ewlehiyê ‘kesên bêbawer’ divê werin kuştin. Elî li ser malperên xwe yên civakî de daye diyarkirin ku, kesên ku bixwazin werin tevlî bibin, dikarin dema gihiştin Tirkiyê bi wî re bikevin têkiliyê, tê zanîn ku ev kes komekî Toronto li ser Tirkiyê derbasî Sûriyê kiriye û tevlî DAIŞ’ê kiriye.

 

Çeteye bi navê Ergûn Orhan a ji Tirkiyeyê ku tevlî çeteyên DAIŞ’ê bûye, li Elmanya hatiye dinê, li ser malpera civakî xwe gihandiye DAIŞ’ê û di sala 2015’an de jî li ser sînorên Tirkiyê derbasî Sûriyê bûye û tevlî DAIŞ’ê bûye. Ev kes jî li Cerablûs û Reqayê de kar û xebat daye meşandin.

 

Ev çeteyên ku di encama operasyonan hatine girtin, bi alîkariya Tirkiyê ji welatên Ewropayê hatine û tevlî DAIŞ’ê bûne di li xwe mikuhatina çeteyên ku hatine girtin de jî hene. Em dizanin ku ev çeteyên ku sûcê mirovahiyê kirine, wek şaneyên biçûk xwe rêxistin dikin û di firsendekî biçûk de amadekariyên komkujiyan dikin.

Em dixwazin bidin diyarkirin ku ev şaneyên ku dixwazin gelek komkujiyan pêk bînin beriya bikevin tevgerê ji aliyê operasyona hêzên me de hatine bê bandorkirin. Me berê jî ji raya giştî re ragihandibû ku gelek çeteyên Ewropî û Rojhilata Navîn hatine girtin û gelek ji wan jî hatine bê bandorkirin. Têkoşîna ku em bi biryardariyek mezin didin meşandin dê berdewam bike û wê encamên wê jî ji gelê me û raya giştî re were parvekirin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG

11’ê Cotmehê  2018’an

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …