Li Efrînê di 3 çalakiyên cuda de 4 çete hatin kuştin

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya pêngava duyemîna Berxwedana Serdemê li Efrînê hêzên me çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê didomînin.

Di dîroka 9 û 10’ê Cotmehê de yekîneyên me li navçeyên Şiyê, Raco û Cindirêsê rêzeçalakiyên bi bandor pêk anîn. Di derbarê çalakiyên hatin lidarxistin de;

1. Di roja 9’ê Cotmehê de yekîneyek me li gundê Hec Hesna ya girêdayî navçeya Şiyê, li hember seyareyeke leşkerî ya koma çete ya bi navê Sultan Mehmed çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên bi navên Nîhad el Mehmûd û Nîzar el-Idlîbî hatin kuştin.

 

2. Di roja 10’ê Cotmehê de yekîneyek me li gundê Dumiliya ya ser bi navçeya Raco ve li hember seyareyeke leşkerî ya koma çete ya bi navê el-Mutasim çalakiyek bi bandor pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Xalid Ebdilla yê ku bi eslê xwe ji Idlîbê ye hate kuştin.

 

3. Di heman rojê de yekîneyêk me li gundê Dêrbelûtê ya ser bi navçeya Cindirêsê ve li hember koma çete ya bi navê Sûltan Mûrad çalakiyek sekvaniyê pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Muhened el-Hesen ku bi eslê xwe ji Idlîbê ye hate kuştin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’Ê

11’ê Cotmehê 2018’an

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …