KOBANÊ – Li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla dewreya perwerdeyê 24`an bi navê ʺŞehîd Barîn Kobanêʺ bi tevlîbûna 191 şervanên QSD`ê ji Reqayê bi dawî bû.
Bidawîkirina perwerdeyê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate destpêkirin.
Dewreya perwerdeyê 17 rojan dewam kir.
Yek ji fermandarên QSD`ê Egîd Kobanê di merasîmê de axivî û da zanîn ku hêza wan heye ku bersivê bidin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê û axa wealt ji dagirkeran rizgar bikin.
Di merasîma bidawkirina dewreya perwerdeyê de, şervanan soz dan ku nirx û mafên mirovan biparêzin û herêmê ji dagirkeran rizgar bikin.