Kuştî û birîndarên Erdogan nexweşxane dagirtin û cihê sivîlan nema

NAVENDA NÛÇEYAN – Ev du rojin ji ber ku kuştî û birîndarên leşker û çeteyên dewleta Tirk zêde ne, nexweşxaneyên Hata, Kilîs û Dîlokê hatine dagirtin û li pêşiya sivîlan hatine dermankirin.

Ev du rojin Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrîşên li ser herêma Efrînê de derbeyên giran ji destê şervanên QSD′ê dixwin û hejmareke mezin ji kuştî û birîndarên leşker û çeteyên Tirk çêbûn.

Çavkaniyeke herêmî ragihand ku ji ber hejmara zêde ya kuştî û birîndarên leşker û çeteyan, nexweşxaneyên Hatayê, Kilîş û Dîlokê hatin dagirtin û cih nemaye ku sivîlan pêşwazî bikin.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …