183 ciwanên din tevlî QSD`ê bûn

KOBANÊ – Li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla dewreya  bi navêʺŞehîdên Efrînêʺbi dawî bû û 183 ciwan tevlî QSD`ê bûn.

-KOB-DAWIKIRINA-DEWREYA-PERWERDE-YA-QSD (5)

Piştî êrîşên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê tevlbûna nava refên QSD`ê zêde bû.

Di vê çarçoveyê de, 183 ciwanên ji hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê dewreya xwe bi dawî kirin û tevî QSD`ê bûn. Merasîma bidawîkirina dewreyê bi toreneke leşkerî bi heybet ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate destpêkirin.

Fermandarên QSD`ê ji herêma Cizîrê û Firatê tevî merasîmê bidawîkirina dewreyê bûn. Di merasîmê de şervanan sond xwarin ku wê hemû destkeftiyên şoreşa Rojava û gelê herêmê, biparêzin.

Ji fermandarên QSD`ê Ciwan Mihemd di merasîmê de wiha axivî “Em dewreya ʺŞehîdan Efrînêʺ li hemû şêniyên Bakurê Sûriyê û hemû gelê bin dest ên ku dixwazin azadiya xwe bidest bixin, pîroz dikin. Baweriya me heye ku wê şervanên me li hember êrîşên ku dixwazin destkeftiyên şoreşa Rojava û projeya demokratîk binpê bikin, bibin mertal.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …