′Em ê ji bo parastina Efrînê canê xwe bikin mertal′

EFRÎN – Şêniyên navçeya Şêrawa li gel HPC′ê piştgiriya berxwedana QSD′ê ya li hember êrîşên dagirkeriya Tirk dikin.

Şêniyên navçeyê nêrînên xwe anin ser ziman

Welatiyê bi navê Ebdulezîz Beşîr ê ji gundê Şadiriyê diyar kir ku Artêşa Tirk a dagirker bi balafiran êrîşî Efrînê dike da gel ji warên wan bide koçkirin û wiha got, ″Em bi yek dengî ji cîhanê re dibêjin ku em ê heta dawiyê li ser axa xwe berxwedana li hember êrîşên dagirkeriyê bidomînin. Em ê ji bo parastina Efrînê canê xwe bikin mertal.″

Welatiyê bi navê Edîb Şeref ê ji heman gundî da zanîn ku ew ji destpêka êrîşên li ser herêmê de bi ruhê berxwedanê tev digerin û wiha axivî, ″Em li eniyên şer piştgiriya QSD′ê dikin. Artêşa Erdogan nikare vîna gelê Efrînê bişikîne.″

Her wiha welatiyê bi navê Ehemd Hemîd ê ji gundê Îska jî destnîşan kir ku dewleta Tirk li tevahî cîhanê îdîayên derew belav dike û dibêje gelê Efrînê terorîst e. Ehmed wiha domand, ″Dewleta Tirk a dagirker zarok û jinan bi top û balafiran hedef digire û komkujiyan pêk tîne. Erdoganê faşîst dixwaze axa Efrînê dagir bike.″

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …