EFRÎN – Di encama bombebarana balafirên Artêşa Tirk a dagirker a li ser navçeha Racoyê de, sivîlek şehîd bû, du sivîl jî birîndar bûn.
Şevê din balafirên Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Racoyê bombebaran kirin. Di encamê de ciwanek şehîd bû, dayîk û xwîşka wî jî bi giranî birîndar bûn. Her wiha ziyan gihîşt mala wan û malên derdorê.