Li Akademiya Şehîd Lorans dewreya bi navê Şehîd Rêbaz bi tevlîbûna 70 fermandaran hat vekirin û dê du mehan dom bike. Li Akademiya Şehîd Feyad El-Şibî jî dewreya rakirina mayînan bi navê Şehîd Umer Tirbespiyê bi tevlîbûna 15 şervanan hat vekirin. Her wiha li Akademiya Şehîd Sariya Ronahî jî dewreyeke seûqastê bi tevlbûna 18 şervanan. Dê dewreyên rakirina mayînan û seûqastê jî 45 rojan dom bikin.

Dê di dewreyan de her wiha dersên siyasî û îdeolojîk bên dayîn.

Merasîma vekirina dewreyan bi toraneke leşkerî dest pê kir. Di vekirina dewreyan de fermandar û şervanên QSD ê amade bûn. Paşê fermandarê QSDʹê Behran Kobanê axivî û wiha got, ʺEger em bi xwe welatê xwe neparêzin, tu kes ji me re naparêze.ʺ

Şervanên hersê dewreyan soz parastina xaka Bakurê Sûriyê û mafê mirovahiyê dan. Şervanan banga xwe li hemû welatiyên Sûriyê hebûn ku cihê xwe di nava xebatên parastinê de bigrin.

Şervanan di dawiyê de dîlan gerandin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ