Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hatiye weşandin wiha ye:

ʺRêhevalê me Emar Dêrazor û Xalid Tirbesipiyê ku li Qamişlo û Şedadê li ser erkê xwe bûn di encama qezayên trafîkê de gihîştin şehadetê.

Rêhevalên me Emar û Xalid sala 2017’an tevlî nav refên YPG’ê bûne û li ser bîrdoziya azadiyê xwe perwerde kirine. Rêhevalê me Emar ku ji herêma Dêrazorê ye û eslê xwe Ereb e, ji bo rizgarkirina herêma xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bike bi destpêkirina Pêngava Bagera Cizîrê a rizgarkirina Dêrezorê re tevlî bûye. Di jiyana xwe ya kurt a şoreşgerî de gelek tişt hewandiye û bû mînak ji bo avakirina jiyana hevbeş a gelan.

Rêhevalê me Xalid jî ji navçeya Tirbesipiyê ya girêdayî Qamişlo ji dayikbûye û di malbateke welatparêz de mezin bûye. Di temenên xwe yê ciwantî de tevlî nav şoreşê bû. Di jiyanê de bi fedekartiya xwe dihat nasîn.

Em her du rêhevalên xwe yê şehîd bi rêzdarî bibîr tînin û em dibêjin serê malbata wan û gelê me sax be. Em soza pêkanîna xeyal û armancên şehîdan ji bo pêk were tekoşîna xwe bilind bikin, nû dikin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Emar Dêrezor

Nav û Paşnav: Mihemed El Siûd

Navê Dayikê: Maha

Navê Bav: Sibhî

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrezor

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 21 Adar 2018

*****

Nasnav: Xalid Tirbesipiyê

Nav û Paşnav: Dara Mihemed

Navê Dayikê: Şaha

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Tirbesipiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 25 Adar 2018

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ