Mehmûd Berxwedan: Gelê Efrînê ji bo parastinê amade ye

QAMIŞLO- Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Mehmûd Berxwedan destnîşan kir ku gelê Efrînê amade ye li hemberî êrîşan xwe biparêze û got: ʺKî têkeve xaka Efrînê wê êdî nema bikarbe ji Efrîn derbikeve.”

Fermandarê YPG`ê Mehmûd Berxwedan di bernameyeke taybet a Ronahî TV êrîşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê nirxand.

Berxwedan têkildarî vê mijarê di destpêke de got:ʺ Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve destek dide çeteyên Cebhet El-Nusra û çeteyên DAIŞ`ê û ew bi dagirkirina Idlib, Cerablus û herêmên Şehba dixwaze herêma Efrîn têxe çemberê deʺ.

Di berdewamiya gotinên Berxwedan de hat gotin ku Tirkiyê dagirkirina xwe ya Idlibê rewa dike û wiha pê de çû:ʺ Tirkiyê dibêje ji bo ew li pêşiya çûyîna şervanên YPJ/YPG/QSD`ê ya derya Spî bibin asteng, Idlib dagirkirineʺ.

Têkildarî van gotinên rayedarên dewleta Tirk Berxwedan got ku dewleta Tirk û Cebhet El-Nusra hewl didin ku herêma Efrînê dagirbikin û wiha got:ʺ Kî têkeve xaka Efrînê de ew ê nikarbe ji Efrîn derbikeve. Berî dewleta Tirk gelek kesan êrîşî Efrîn kir û têkçûn. Ew dixwazin ku Efrîn dorpêç bikin, lê ew nizanin ku ew ê bi xwe têkevin çemberê de û nema dikarin ji wê çemberê derbikevinʺ.

Ji bo helwesta gelê Efrînê li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê Berxwedan wiha got:ʺ Di ferhenga gelê Efrînê de tenê berxwedanî, têkoşîn û girêdana axê heye. Ji destpêka şoreşa Rojava ve gel li derdora cangorî û şervanên xwe kombûne. Ew amade ne ku li hemberî êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê parastina xwe bikin û hemû komployan têkbibin. Gelê Efrînê xwedî îradeyeke xurte û kî bixwaze têkeve Efrînê wê dawiya wan mîna dawiya çeteyên DAIŞ`ê beʺ.

Berxwedan gelê Idlibê ji komployan şiyar kir

Di berdewamiya gotinên Berxwedan de ji bo şêniyên Idlibê wiha hat gotin:ʺ Bila gelê Idlibê bizanibe ku dewleta Tirk hewl dide ku şoreşa Sûriyê têkbibe. Divê gel li hemberî dewleta Tirk baldar be û ji bo em amade ne ku parastina gelê Idlibê bike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …