YPG`ê nasnameya sê cangoriyên azadiyê eşkere kir

 Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasmeya sê têkoşerên azadiyê eşkere kir.

YPG`ê têkildarî hersê cangoriyên xwe, daxuyaniyeke nivîskî weşand û sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

“Pêngava Rizgarkirina Reqqayê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike û mehekê li pey xwe hişt. Şervanên YPG û YPJ`ê yên di bin sîwana Hêzên Suriya Demoqratîk(QSD) de ji bo parastina nirxên mirovahiyê li hember çeteyên dij mirovahiyê bi fedekariyeke mezin û wêrekî şer dikin. 22 Puşberê de şervanekî me di pêşdeçûnên di nav taxên Reqqayê de pevçûnên di navbera şervanan û çeteyan de derketibû bi lehengî şer kiriye gihiştiye şehadetê.

Di dîrokên cuda de du hevalên me di encamê qezayan de şehîd bûne. Hevala me Awaz Dilgeş li Şedadê û hevalê me Bêkes Kobanê li Sirrînê dema li ser erka xwe bûn di encamên qezeyan de şehîd bûne.

Em weke YPG û YPJ’ê hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin. Sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahî gelê me re dixwazin. Em soza şopandina rêya şehîdan didin û doza wan bigihînin serkeftinê têkoşîneke bê hempa bimeşînin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Awaz Dilgeş

Nasnav: Awaz Dilgeş

Nav û Paşnav: Jiyan Îbîş

Navê Dayikê: Eyşe

Navê Bav: Ebdilhenan

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 24 Puşber 2017

Bêkes Kobanê

Nasnav: Bêkes Kobanê

Nav û Paşnav: Ehmed Elî

Navê Dayikê: Wezîra

Navê Bav: Mehmûd

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê, Gundê Korpîngar

Cih û Dîroka Şehadetê: Sirrîn / 4 Tîrmeh 2017

Mazlum Çınar

Nasnav: Mazlum Çinar

Nav û Paşnav: Ferhat Ozturk

Navê Dayikê: Sûnya

Navê Bav: Cengîz

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 22 Puşber 2017

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …