Çima ji DAIŞ’ê re ajantî ne kir û tevlî QSD’ê bû?

HESEKÊ – Çeteyan jina ciwan a 18 salî şandin da ku tevlî QSD’ê bibe û ajantiyê ji wan re bike, lê dema nêzîkatî û tevgera rast a QSD’ê dît, biryar da ku li xwe mukir were û fermî tevlî QSD’ê bibe.

Çeteyan jina Ciwan a bi navê Awaz Reqqa ya ji bajarê Keramê şandin nava şervanên QSD’ê da ku ji wan re ajantiyê bike. Awaza 18 salî dema ket nava QSD’ê de û nêzîkatiya şervanan dît, wateya rast a azadiya jinan nas kir. Bi vê yekê re biryar da ku rastiyê ji fermandarên xwe re bêje û fermî tevlî nava QSD’ê bû.

Awaz Reqqa têkildarî tevlîbûna xwe ya nava QSD’êe axivî û serpêhatiya xwe ku çawa çeteyên DAIŞ’ê ew şandin nava QSD’ê anî ziman.

Awaz Reqqa di destpêka axaftina xwe de got ku dema çeteyan herêm dagirkir wê fikrên çeteyan û baweriya wan qebûl ne dikir û wiha got: “Min bi awayekî vekirî nêzîkatî û fikrên çeteyan digot. Xizmên min bi min re şer dikirin, ji ber ku li ser min ditirsiyan. Çete li dijî nirxên mirvahiyê bûn, bi taybet di aliyê jinan de. Em şêniyên herêmê li ber wan bê hêzbûn û me ne dikarî dengê xwe bikin. Her tişên xwe bi zora çekê li ser me bikar tanîn.”

Çeteyan Awaz revandin

Awaz di berdewama axaftina xwe de got ku bê sedemê bizanin çeteyan ew ji malê revandin û wiha dom kir: “Rojekê min dengê tirmpêla çeteyan ku nêzîkî mala me dibû, bihîst.  Li deriyê me dan û bi zorê derbasî malê bûn. Bavê min hewl da rê pêşiya wî bigrin, lê dan û ez revandim û birim navenda xwe.”

Awaz da zanîn ku jinên di nava çeteyan de ku navê Jinên Hisbê li xwe dikirin li jinan didan û wan bi ceyranê êşkence dikirin û wiha dom kir: “Çeteyan li kêleke êşkenceya cesedî êşkenceya pskolojîk jî li ser jinan didan meşandin. Dema pirsa çima we em anîne vir ji wan dihate kirin, lêdan û êşkence zêde dibû. Piştî hefteyekê ji êşkenceyê dema lêpirsînê hat. Çeteyan dema bi lêpirsîn dikirin, QSD’ê reş nîşan didan û digotin ew dijminên xwedê ne û dixwazin welat xirabikin.”

Awaz di berdewama axaftina xwe de li ser wan şert kir ku ew xwe bighînin QSD’ê û di nava wan de ajantiyê ji çeteyan re bike. Awaz bi van gotinan dewam kir: “Xwestin ku em hemû tevgera QSD’ê di riya telefona bêrîkan ku di nava cilên xwe de veşêrim ji wan re bêjim. Her wiha jehrê ji şervanan re têxim nava xwarinê de. Min şertên wan qebûl kir. Da ku ji wan xilas bibim û serbest werim berdan.”

Piştî bajaroka Keramê di çarçoveya hemleya Xezeba Firatê ji çeteyan hate rizgarkirin, Awaz Tevlî QSD’ê bû. Piştî demeke kurt dema nêzîkatî û hezkirina di nava şervanan re dît, her wiha rastî û alîkariya wan bi gel re nerîna xwe guhert.

Awaz bi aramanca şervanên QSD’ê a rizgarkirina jinan û parstina civakê bi bandor bû û li ser vî easdî li xwe mukir hat û rastiya serpêhatiya xwe ji fermandarên xwe re got û biryara xwe ya rast da ku tevlî QSD’ê bibe.

Awaz Reqqa di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jin û ciwanên herêmê kir ku tevlî QSD’ê bibin û di rizgarkirin û parstina herêmên xwe de cih bigirin û got: “Di nava QSD’ê de min wateya rast a azadiya jinan nas kir.”

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …