Dîmenê şervanan di taxên Reqqa de

REQQA – Şervanên QSD`ê Pêşervçûna xwe ya ber bi navneda bajarê Reqqa ve didomînin, şervan bi muralekî bilind derbeyên giran li çeteyan dixin.

Şervanên YPG/YPJ’ê û şervanên din ên QSD’ê pêşveçûna xwe ya di taxên rojavayê bajarê Reqqayê de wekî taxên Diriye, El-Berîd, El-Yermûk Û Hitîn didomînin û rojane çeperên çeteyan ên parstinê dişkînin.

Di dîmenên ku nûçegîhanê  ji Reqqa kişandiye, diyar dibe çawa şervan derbasî sêkoşeya di anvbera taxên Berîd, El-Huriya (azadî) û Endlus ên rojavayê Reqqa dibin. Şervan di nava wan taxan de digerin.

Di dîmen de her wiha ala çeteyan ku li ser dîwarê taxa Azadî hatiye dalqandin, her wiha diyar dibe ku çawa şervanekî QSD’ê çeteyekî hedef dgire.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …