NAVNENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir.
YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şehîdan eşkere û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hatiye weşandin wiha yeʺPêngava Bagera Cizîrê bi pêşengtiya hêzên QSD û şervanên YPG û YPJ`ê berdewam dike û pêşveçûyînên şervanan didome. Di 11’ê Çileyê de sê rêhevalên me ku li hember çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û di pêşveçûyîna pêngavê de rol lîstin gihîştin şehadetê.
Her wiha rêhevalekî me ku li kantona Kobanê li ser erka xwe bû di encama qezayekî de gihîştiye şehadetê.
Em weke YPG û YPJ hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gel me yên welatparêz re dixwazin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nasnav: Dilbirîn Girbawî
Nav û Paşnav: Birîn Xelîl
Navê Dayikê: Minûr
Navê Bav: Ebdilbasit
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 11 Çile 2018
Nasnav: Egîd Qamişlo
Nav û Paşnav: Beşar El Ebîd
Navê Dayikê: Inûd
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Berak
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 11 Çile 2018
Nav û Paşnav: Mûnef El Hesen
Navê Dayikê: Semîra
Navê Bav: Şelen
Cihê Ji Dayikbûnê: Tirbesipiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 11 Çile 2018
Nasnav: Yilmaz Kobanê
Nav û Paşnav: Ebdulah Hemo
Navê Dayikê: Heno
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 10 Çile 2018ʺ.