Şervanên YPG`ê: Em  li ser rêya fermandarê xwe Xebat dimeşin

 GIRÊ SPÎ – Şervanên YPG`ê yên Kurd û Ereb gotin ew li ser rêya fermandar û şehîd Xebat Dêrik dimeşin û ew ê Sûriyeke azad û demokratîk ava bikin.

Bi boneya salvegera 6`emîn a şehadeta damezrînerê YPG`ê fermandar Xebat Dêrik, şervanên YPG`ê yên Kurd û Ereb ên ku parastina Girê Spî dikin, ji ajansa me re axivin.

ZERDEŞT

Zerdeşt Gabar: Em di salvegera 6`emîn a şehadeta fermandarê me Xebat Dêrik de, careke din soz dikin ku em ê rê û têkoşîna wî heta dawiyê dewam bikin. Bi saya şehîd Xebat û şehîdên din em gihîştin vê astê. Bi saya fikir û têkoşîna Xebat a ku xwe dispêre felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Bakurê Sûriyê hate rizgarkirin û hêzeke wekî QSD`ê ava bû.

AGED

Egîd Rojava: Xeta şehîd Xebat parastina projeya Netewa Demokratîk û avakirina Sûriyeke demokratîk e. Ala ku bi  saya şehîdên me bilind bûye, ew ê her tim li jor be û em ê canê xwe di oxira wê de bidin.

ELI OUMAR

Elî Umer: Em ê têkoşîna şehîd Xebat heta pêkanîna hemû armancên şehîdan dewam bikin û Sûriyeke  pir reng û demokratîk ava bikin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …