Ji Fermandarên YBŞ: Hêzên me di çeperên xwe de ne

ŞENGAL– Yek ji Fermandarên YBŞ’ê Dijwar Feqîr diyar kir ku Heşid Şebî ketine herêmên di bin destê pêşmergeyên PDK’ê de bûn û da zanîn ku hêzên wan di çeperên xwe de û wê parastina çeperên xwe bikin.

Yek ji Fermandarên YBŞ’ê   Dijwar Feqîr têkildarî geşedanên li Şengalê ji ajansa me (ANHA) yê re axivî û got ku hêzên wan parstina çeperên xwe dikin. Feqîr, da zanîn ku Heşid Şebî ketine deverên ku qaşo ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê dihatin parstin.

Feqîr di destpêka axaftina xwe de bal kişand geşedanên dawî û wiha dest bi axaftnê kir: “Piştî Kerkûkê ji Heşid Şebî re hate hiştin, hêzek nema ku li vir parastinê bike. Hêzên PDKê îro jî li Şengal’ê deverên ku destê wan de radestî Haşdi Şabî kir.”

Feqîr da zanîn ku hêzên YBŞ/YJŞ’ê li cihê xwe parstina çeperên xwe dikin û wiha dom kir:”Heta niha di navbera me û hêzên Heşdi Şebî de tu alozî ru nedaye. Lê di heman demê de heta niha tu pêwendî jî di navbera me de çênebûye.”

Feqîr di berdewama axaftina xwe de komkujiya sala 2014’an bibîr anî û wiha dom kir: “Ev rewşa ku îro tê jiyankirin, 3’yê tebaxa sala 2014’an tîne bîra mirov. Lê vê carê rewş hindek cuda bû. Vê care komkujî pêk nehatin. PDK’ê ew çend daxuyanî dida digotin ewê Şengal biparêzin, lê em dibînin ku çawa careke din li pêş çavên hemû cihanê pişta xwe dan şengalê terik kirin.”

Li ser pirsa gelo tu êrîş li ser çeperên we çêbûne yan na jî Dijwar Feqîr wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta niha tu êrîşek ji aliyê Heşid Şebî li ser çeperên me çênebûye. Em di sengerê xwe de ne û herêmên xwe diparêzin. Me bi xwînê herêmên xwe ji DAIŞ’ê rizgar kirin. Em ê herêmên xwe biparêzin û mafê xwe yê parstina rewa pêk bînin. Heta niha tu êrîşek li ser me çênebûye. Di navbera me û Heşid Şebî de alozî derneketiye û heta niha tu hevdîtin jî pêk ne hatiye. Ji xwe nû hatine herêmê. Dibe di demên pêş de guhertin çêbibin.”

Feqîr, da zanîn ku pêşmergeyên PDK’ê di bajarê Şengalê de nemane û wiha dom kir: “Niha Heşid Şebî ketine bajêr. Heşid Şebî jî bi xwe niha girêdayî hêzên Îraqê ne. Em jî naxwazin di navbera me de alozî derkeve. Lê ji bo parastina axa xwe çi ji me bê xwestin emê pêk bînin.”

Li ser pirs PDK’ê digot divê tenê hêzên pêşmerge li ser Şengalê serwere be Feqî ev nirxandin kir: “Piştî sala 2014’an dema PDK’ê ji Şengalê reviya, diyar bû ku ew nikarin beramberî tu hêzekê şer bikin. Ji wan re normale ku terk bikin û birevin. Digotin Şengal Şerefa Kurdistanê ye û Kerkûk Dilê Kurdistanê ye. Lê derket hole ku helwesta wan di rastiya xwe de çiye. Îro ev rastiya wan careke din derket holê.”

Yek ji Fermandarên YBŞ’ê Dijwar Feqîr di dawiya axaftina xwe de jî bang li cîvaka êzîdî û tevahiya gelên êzîdîxanê kir ku itîfaqa xwe bikin û hêzên YBŞ-YJŞ’ê ku ji boyî parastina Êzîdxanê hatin avakirin xurt bikin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …