‘Em ê di demeke nêz de govenda azadiyê li Reqayê bigerînin’

REQA – Şervana YPJ`ê ji Reqayê gotin:”Rojên ku li Reqayê derbas dibin rojên azadiyê ne bila hemû jinên Reqayê ên mayî zanibin ku azadî nêz bûye”.REQA-JI-JINEN-REQQAYE-RE-AZADII-NEEZ-BUYE (2)

Yekîniyên Parstina Jin (YPJ) di destpêka hemleya rizgarkirina Reqayê di çeperên pês ên şer de cihê xwe digrin û rolekî pir girîng di rêzgar kirina Reqayê de dilîzin.

Şervanên YPJ`ê ku bi armanca rizgarkirina Reqa û bi taybet rizgarkirina jinan li navenda bajarê Reqayê de di çeperên pêş de cih digrin û bi şervanên QSD`ê re pêşveçûnên xwe dewam dikin.REQA-JI-JINEN-REQQAYE-RE-AZADII-NEEZ-BUYE (1)

Şervanan YPJ`ê Gulan Bêrîvan di derbarê rola YPJ`ê di rizgakirina Reqayê de axivî û diyar kir ku weke hêzekî jin ji bû rizgarkirina jinên Reqayê ew niha li navenda bajarê Reqayê ne, rojên ku li Reqayê derbas dibin rojên azadiyê ne bila hemû jinên Reqayê ên mayî zanibin ku azadî nêz bûye.

Gulan anî ziman ku ew ê bi jinên Reqayê re govenda rizgarkirina bajarê ji çeteyan bi hev re li bajar bigerînin.

Şervana YPJ`ê di dawiyê de soza rizgarkirina Reqayê di demeke nêz de da jinên Reqayê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …