YPG`ê bîlançoya êrîşên çeteyên Tirk li ser gundên Efrîn eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN– Navenda Ragihandin û Çapemenî ya YPG’ê bîlançoya êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên hefteteya borî li ser gundên girêdayî kantona Efrînê ragihand û diyar kir ku şervanên wan mafê bersivdayînê da û hejmareke ji çeteyan kuştin û birîndar kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemenî ya YPG’ê derbarê mijarê de, daxuyaniyeke li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin yên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Di hefteya borî de çeteyên girêdayî artêşa Tirk gelek caran hewl dan ku êrişî gundên hawîrdora Kantona Efrînê bikin û çeperên nû yên şer çêkin. Lê belê hemû êriş û hewldanên çeteyan ên êrişê û yên çêkirina çeperên nû vala hatin derxistin û hatin asteng kirin. Herwiha di esnayên êrişan de mafê bersivdayînê hat bikaranîn.

Encamên êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wî yên 8 rojên dawî wiha ne;

Di dîroka 01.10.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk wekî du koman xwestin êrişî Girê Qestelê yê girêdayî navçeya Şera a Kantona Efrînê bikin. Lê ji aliyê hêzên me ve hatin ferqkirin û bersiv hat dayîn. Di encama şerê ku hat jiyankirin de çeteyek birîndar bû.

Di dîroka 02.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk li eniya Merenaz a girêdayî navçeya Şera a Kantona Efrînê xwestin hendek bikolin. Hêzên me bi çekên BKC bersiv dan çeteyan. Di encama şerê ku hat jiyankirin de treksa çeteyan hat rawestandin.

Di dîroka 03.10.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk Girên Bahoz, Bedirxan û Baran yên girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê gullebaran kirin û xwestin êriş bikin. Hêzên me jî bersiv dan êrişa çeteyan û trekseke çeteyan hedef girtin. Di encam de terksê çeteyan derb xwar û çete neçar man ku paş de birevin. Her weha di heman rojî de çeteyan li eniya Merenazê yê girêdayî navçeya Şera a Kantona Efrînê xwestin ku çeperê nû yên şer çêkin. Hêzên me treksa çeteyan kirin hedef û di encam de terks hat rawestandin.

Di dîroka 04.10.2017`an bi ­çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên BKC êrişî Girê Qestelê yê girêdayî navçeya Şera û bi topên hawanê êrişî Girên Baxtiyar û Bedirxan yên girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê kirin. Hêzên me jî di heman demî de bi topên hawanê û çekên SPG-9 bersiv dan êrişa çeteyan û komekî çete hedef girtin. Di encam de çeteyek hat kûştin û yek jê giran bi giştî 7 çete birîndar bûn.

Di dîroka 05.10.2017`an de çeteyan bî çekên B7 êrîşî Girê Qestelê yê girêdayî navçeya Şera, bi topên hawanê êrişî Girên Barîn, Baxtiyar û Bedirxan yên girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê kirin. Her weha di heman rojî de li eniya Eyn Deqnê û Merenazê yên girêdayî navçeya Şera a Kantona Efrînê dema ku çete di amadekariya êrişê de bûn, hêzên me bi çekên doçka û BKC bersiv dan çeteyan. Dîsa seranserê eniya Şêrewa û Cindirêsê di navbera hêzên me û çeteyên girêdayî artêşa Tirk de şer û pevçûn hatin jiyankirin. Lê di derheqê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Di dîroka 06.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrişî Bircikê Silêman û bi topên hawanê êrişî Gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa a Kantona Efrînê kirin. Hêzên me jî di heman demî de bi çekên BKC bersiv dan çeteyan. Her weha di heman rojî de çeteyan bi topên hawanê êrişî Girên Baran, Bedirxan û Baxtiyar yên girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê kirin. Hêzên me bi topên hawanê bersiv dan çeteyan. Lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Di dîroka 07.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî Girên Bedirxan û Baxtiyar yên girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê kirin. Her weha di heman rojî de çeteyan bi çekên doçka êrişî Bircikê Silêman yê girêdayî navçeya Şêrawa a Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demî de bi çekên BKC bersiv dan êrişa çeteyan. Lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Di dîroka 08.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrişî eniya El Kamiyê yê girêdayî navçeya Şera a Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demî de bi çekên BKC bersiv dan êrişa çeteyan. Dîsa çeteyan bi çekên doçka êrişî eniya Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa a Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demî d bi çekên doçka bersiv dan êrişa çeteyan. Her weha di heman rojî de hêzên me çeteyên ku dixwestin li eniya Girê Bozan çeperên nû yên şer çêkin ferq kirin û bi çekên SPG-9 treksa çeteyan kirin hedef. Di encam de treksa çeteyan sekinî.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …