Nasnameyên şehîdên Reqa û Pêngava Bagera Cizîrê hatin eşkerekirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihand û Çapemenê ya  YPG’ê nasnemeyê 10 şervanên ku di Operasyona Rizgarkirina bajarê Reqayê de û Bagera Cizîrê de şehîd bûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke li ser malpera xwe ya fermî belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Operasyonên Cenga Mezin ya rizgarkirina Reqqa û Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Bakûrê Dêrezorê, bê rawestan didomin. Di çarçoveya operasyonan de li Reqqayê çeteyên DAIŞ’ê di nav %15’ê bajar de hatine dorpêçkirin; li gel vê li Bakûrê Dêrezorê herêmên di bin kontrola çeteyan de bi operasyonên ji çar baskna ve yek bi yek têne rizgarkirin.

Li Reqa, piştî vala derxistina hewldana êrîşê ya berfireh ji alî çeteyan ve, qadeke berfireh ji herêmên di bin kontrola çeteyan hate qutkirin û dorpêçkirin. Li vê herêmê û li taxên navendî yên bajar şer û pevçûnên giran û pêşketina şervanan, di bin pêşengtiya hêzên YPG’ê û YPJ’ê didome. Li bakûrê Dêrezorê jî di bin pêşengtiya YPG û YPJê û bi tevlîbûneke çalak ya Meclîsa Leşkerî ya Dêrezor, pêşketina şervanên QSDê didome. Li gel gelek gundên ku heya niha hatine dorpêçkirin, êrîşên çeteyan yên li ser herêmên rizgarkirî careke din vala hate derxistin, mîkdarek zêde çek û cebilxane û termên gelek çeteyan hate desteser kirin.

Di meşa serkeftî ya tunekirina DAIŞ’ê de tevlîbûna fedaî ya şervanan xwedî roleke girîng e. Bi taybet pêşketinên bilez ên li Dêrezorê, bi saya yekser bersivdan şikandina êrîşên çeteyan û êrîşên bibandor li hember komên çete pêkan in. Dîsa ji bo parastina sengerên xwe û herêmên rizgarkirî, di navbera dîrokên 27ê Îlonê û 10ê Cotmehê de li herdû eniyan 10 rêhevalên me yên din bi şehadetên xwe nehiştin ku çeteyên DAIŞê yek metre pêşbikevin.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ di şexsê van şehîdên xwe de hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Em di serî de ji malbatên van şehîdan re, ji hemû gelê Rojava û Bakûrê Sûrî re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku ji bo pêkanîna armancên wan emê têkoîîna wan bilind bikin.”

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Argêş Agir

Nav û Paşnav: Argêş Agir

Navê Rast: Îslam Ekîncî

Navê Dayîkê: Menîce

Navê Bav: Silêman

Cihê ji Dayîkbûnê: Mêrdîn

Cîh û Dîroka Şehadetê: 05-10-2017, Reqqa

Cûdî Tirbespiyê

Nav û Paşnav: Cûdî Tirbespiyê

Navê Rast: Beşar El Wasil

Navê Dayîkê: Meryem

Navê Bav: Ebdurrehman

Cihê ji Dayîkbûnê: Tirbespiyê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 22-09-2017, Reqqa

Demhat Hesekê

Nav û Paşnav: Demhat Hesekê

Navê Rast: Ebdulteyf El Hemed

Navê Dayîkê: Melîke

Navê Bav: Ebdullah

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 06-10-2017, Dêrezor

Dijwar Hesekê

Nav û Paşnav: Dijwar Hesekê

Navê Rast: Mihemed El Xelef

Navê Dayîkê: Ened

Navê Bav: Ehmed

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 06-10-2017, Dêrezor

Egîd Hesekê

Nav û Paşnav: Egîd Hesekê

Navê Rast: Ebdullah El Hemûd

Navê Dayîkê: Emşe

Navê Bav: Ebbas

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 29-09-2017, Dêrezor

Ezam Cezra

Nav û Paşnav: Ezam Cezra

Navê Rast: Mihemed Brahîm

Navê Dayîkê: Matra

Navê Bav: Brahîm

Cihê ji Dayîkbûnê: Cezra

Cîh û Dîroka Şehadetê: 06-10-2017, Dêrezor

Mazlûm Dêrik

Nav û Paşnav: Mazlûm Dêrik

Navê Rast: Remezan Findî

Navê Dayîkê: Kihar

Navê Bav: Ehmed

Cihê ji Dayîkbûnê: Dêrik

Cîh û Dîroka Şehadetê: 04-10-2017, Reqqa

Mihemed Elyan

Nav û Paşnav: Mihemed Elyan

Navê Dayîkê: Sîhem

Navê Bav: Hemûd

Cihê ji Dayîkbûnê: Zeyn-ul Merc

Cîh û Dîroka Şehadetê: 04-10-2017, Ebû Xeşeb

Heqî Amûdê

Nav û Paşnav: Heqî Amûdê

Navê Rast: Elî Mihemed Hemeş

Navê Dayîkê: Sabha

Navê Bav: Mihemed

Cihê ji Dayîkbûnê: Şedadê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 07-10-2017, Dêrezor

Kemal Dirbesiyê

çNav û Paşnav: Kemal Dirbesiyê

Navê Rast: Mihemed Fewaz Surgicî

Navê Dayîkê: Şemsê

Navê Bav: Fewaz

Cihê ji Dayîkbûnê: Dirbesiyê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 05-10-2017, Dêrezor

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …