232 şervanên din tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn

MINIBC – Li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla 232 şervanan dewreya perwerdê ya bi navê “Nimis El-Şemal” bi dawî kirin û tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn.

Dewreya perwerdê, mehekê berdewam kir bi merasîmekê bi dawî bû.MINBIC-TEVLIBUNA-NAVA-REFEN-QSD1 (3)

Di merasîmê de, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Mihemed Ebû Adil, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cûma, hevseroka Komîteya Parastinê Nûfa Silêman, endam û fermandarên tabûrên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê amade bûn.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil bidawîkirina dewreyê li beşdaran pîroz kir û got:”Hevalên wê li eniya Reqa û Dêrazorê destekê didin Hêzên Sûriyeye Demokratîk û destanên qehremanî dinîvisînin. Bi saya berxwedaniya wan rizgarkirina Reqa nêzîk bûye.”

Ebû Adil bang li beşdarên perwerdeyê kir ku erka xwe ya parastina bajarê Minbicê pêk bînin.MIHENED EBU ADIL

Piştî axaftina Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbic, beşdarên dewreyê sond xwarin.

Di dawiya merasîmê dê, govend hatin gerandin.

Şehîd Nimis El-Şemal di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd  bû.

 

MINBIC-TEVLIBUNA-NAVA-REFEN-QSD1 (1)

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …