Bagera Cizîrê: Çeteyan derbeyên giran xwarin

 DÊRAZOR – Çeteyên DAIŞ‘ê ku êrîşî nûqteyên şervanên QSD‘ê yên li gundê El-Behra kirin darbeyên giran xwarin.

Pengava Bagera Cizîrê di roja xwe ya 120‘an de dewam dike. Çeteyên ku li hember pêşdeçûnên şervanên QSD‘ê de tengav dibin, bi mebesta ku dema xwe dirêj bike car caran êrîşî nûqteyên şervanan dikin.

Çeteyên DAIŞ‘ê, vê sibehê êrîşeke din birin ser nûqteyên şervanên QSD‘ê yên li gundê El-Behra ku 44 km dikeve başure rojhilate Meyadinê û 3 km bakurê Hecinê . Di navbera şervanan û çeteyên DAISê de şerên giran rû dan.

Çeteyên di vê êrişê de balafirên keşfê û çekên giran bi kar anîn. Şervanan  danê nîvro  3 balafirên keşfê  anîn xwar û 3 hawana wan imha kirin.

Şervanan, di saetên ber êvarî de êrîşa çeteyên bi temamî şikandin. Di encamê de 27 çete hatin kuştin, espiçino(sp9), hawanek û guleyên wê , 5 kilêş ket destê şervana.

 

DEREZOR-ERISA-CETEYAN-TEK-CU (4) DEREZOR-ERISA-CETEYAN-TEK-CU (1) DEREZOR-ERISA-CETEYAN-TEK-CU (2)

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …