Efrîn.. YPG’ê bersiva êrîşan da

EFRÎN – Çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê ji gelek aliyan ve êrîşî herêma Efrînê kirin û bi bersiva şervanên YPG û YPJ’ê re rû bi rû hatin.

li gorî çavkaniyên leşkerî ragihand ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel li hemberî gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê tevgera çeteyan ferq kirin û ew kirin hedef.

Şervanan li vê qadê bi çekên navîn û qenas li çeteyên girêdayî Dewleta Tirk dan, lê tu agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

Komên çete Girê Banî, Girê Bedirxan û Girê Bagir ên navçeya Cindirêsê bi hawanan topbaran kirin û bi çekên doçka hedef girtin. Şervanên YPG û YPJ’ê jî bersiva wan dan.

Çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk ji herêma Ezazê top avêtin gundên Baflon, Qestel Cindo, Qetmê û Mariskê û bi bersiva şervanan re rû bi rû hatin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin di nava çeteyan de kuştî û birîndar hene.

Li aliyekî din şervanên Hêzên Şoreşger ên kantona Şehbayê bi çekên doçka bersiva êrîşa çeteyan a li ser gundê Şêx Îsa dan.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …