Pêngava Rizgarkirina Reqqa bi dijwarî berdewam dike. Pêşketinên şervanan di nav
taxên bajarê Reqqayê ji çar aliyan ve didome. Di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de
her kêliyê de şerên dijwar diqewimin û bi hemû astengiyên çeteyan ji bo pêşîgirtina
pêşdeçuyîna şervanan jî pêngava dîrokî ya dawîkirina hebûna çeteyan li herêmê
berdewam dike.
Di navbera 11-15’ê Tîrmehê de 4 rêhevalên me li Reqqayê li hember çeteyên DAIŞ’ê
bi lehengî şer kirin û rizgarkirina taxan de rolên girîng leyîstin, gihîştin şehadetê.
Em wek YPG û YPJ di şexsê şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqqayê hemû şehîdên şoreşê bibîrtînin.
Sersaxiyê ji çar malbatên şehîd û hemû gelên me yên berxwedêr re dixwazin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nasnav: Hemo Qamişlo
Nav û Paşnav: Zeydan El Nihar
Navê Dayikê: Yazî
Navê Bav: Xelef
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 11 Tîrmeh 2017
Nasnav: Hemûdê Qamişlo
Nav û Paşnav: Hemed Seyîd
Navê Dayikê: Gûlê
Navê Bav: Silêman
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 15 Tîrmeh 2017
Nasnav: Murad Qamişlo
Nav û Paşnav: Mazin El Liweyser
Navê Dayikê: Neda
Navê Bav: Ednan
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 15 Tîrmeh 2017
Nasnav: Serhed Qamişlo
Nav û Paşnav: Elî Bêzê
Navê Dayikê: Ekrama
Navê Bav: Ebdilbaqî
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 15 Tîrmeh 2017
BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTÎ YA YPJ Ê