YPG: Artêşa Tirk 5 sivîl qetil kirin

 Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG`ê debrarê êrîşên Tirkiye yên di 5 rojên bihurî de agahî parve kir û da zanîn ku Tirkiye 5 sivîl ji wan 3 li Efrînê û 2 li sînorê Girê Spî qetil kirin û 12 sivîl birîndar kirin.

Navneda Ragîhandina YPG’ê têkildarî êrîşên Arêtşa Tirk û binpêkirinê wan ên 5 rojên derbasbûyî yên li ser Bakurê Sûriyê daxuyanî dan.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

“Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin yên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî li seranserê sînorê Efrînê êrişên xwe berfireh û dijwartir kirin.

Encamên êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî yên 5 rojên dawî wiha ne;

Di dîroka 30.06.2017an saet 18:00an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî Girê Îska û Girê Baxtiyar yên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin. Di heman rojê de bi çekên doçka êrişî Girê Dêwa kirin. Hêzên me bi çekên giran bersiv dan êrişên çeteyan, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Dîsa çeteyan bi topên hawanê êrişî Basûfanê û Bircikê Silêman yên girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Her wiha di heman rojê de çeteyan bi çekên doçka êrişî gundê Bêlûniyê yê girêdayî Şera kirin. Hêzên me heman demê bersiv dan êrişê çeteyan. Dîsa li Efrîn gundê Maranazê çeteyên ku xwestin êrişî çeperên hêzên me bikin ji aliyê hêzên me ve hatin ferqkirin û şer derket. Di encama vî şerî de çeteyek hat kuştin. Kuştî û birîndarên çeteyan zêdetirin, lê agahiyên zelal nehat bidestxistin.

Di dîroka 01.07.2017an de çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin bi topên obûsê êrişî gundên Bêlûniyê, Eyn Deqnê û Minniqê yên girêdayî navçeya Efrîn Şera, bi topên hawanê êrişî Girê Baz û Girê Barîn yên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê û bi çekên doçka jî êrişî Girê Şehît Şîlan kirin. Her wiha artêşa Tirk sînorê xwe derbas kir û bi wesayîtên wekî tireks û bager hewil da li Girê Baliya ku girêdayî navçeya Efrîn Bilbilê ye çeperên nû ava bike. Hêzên me bersiv dan artêşa Tirk û bagerekî artêşa Tirk hat rûxandin. Di heman rojê de çeteyan bi topên hawan, çekên doçka û BKC êrişî Girê Şehît Şîlan û Girê Îska yên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê, bi obûsan êrişî gundên Maranez, Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên girêdayî navçeya Efrîn Şera û bi çekên doçka êrişî Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Di encama êrişê de li gundê Maranezê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera şewat derket û zeviyên gûndiyan şewitîn. Dîsa di heman rojê de balafirên şer û balafirên keşfê yên bê mirov li ser Kobanê geriyan û çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî bajarokê Şêxler yê ku dikeve rojhilatê Firatê kirin.

Di dîroka 03.07.2017an saet 16:00an de çeteyan bi topên obûsê navçeya Efrîn Şera topbaran kirin û gundê Qestelê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera bi obûs û çekên giran gullebaran kirin. Her wiha çeteyan bi topên obûs û hawanê êrişî Girê Şehît Şîlan, gundên Maranez, Malikiyê, Xalta, Cilbirê, Eyn Deqnê, Belûniyê, Basûfanê û Bircikê Silêman kirin. Her wiha balafirên keşfê yên bê mirov li ser herêmê geriyan. Dîsa agir berdan zeviyên gundiyan yên girêdayî Maranezê û Bêlûniyê. Di encam de zerarê maddî hat jiyankirin. Hêzên me di heman demê de bersiv dan êrişên çeteyan yên Maranezê, Basûfanê, Eyn Deqnê, Ezaz û Marê. Di encam de li pêş Maranezê û Basûfanê bi giştî du tireksên çeteyan hatin derbkirin. Lê di derheqê kuştî û birîndarên çeteyên Tirk de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Dîsa di heman rojê de çeteyan bi topên hawanê êrişî Basûfanê yê girêdayî Şêrewa, bi çekên doçka êrişî Geliyê Zîn yê girêdayî Cindirêsê kirin. Di encama topbarana çeteyan a li gundê Kefer Entanê ya girêdayî navçeya Efrîn Şera de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 8 sivîl jî brîndar bûn. Di heman rojê artêşa Tirk hêjmarek penaberên ku ji Reqqayê ne, li herêma gundê Xizêl yê girêdayî Girê Sipî ku dixwestin sînor derbas bikin girtin binçavan. Di encam de penaber hatin îşkencekirin û cardin paş de hatin vegerandin. Lê dema ku penaber ji sînor ber bi Girê Sipî ve bi rê diketin hatin gullebarankirin û di encam de 2 sivîl hatin qetilkirin û 4 sivîl jî birîndar bûn. Dîsa leşkerên artêşa Tirk bi topên hawanê û çekên doçka êrişî Pira Heşarkê kirin û hêzên me jî di heman demê de bersiv dan êrişên çeteyan.

Êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrîn û gundewarên wê bi hemû dijwariya xwe didome. Di van kêliyan de jî şer û pevçûn berdewam dike.”

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …