HESEKÊ – Bi sedan kesî cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zorê Xalid EL-Ebid (Qiwetlî)û şervanê Erka Xweparastinê Fewaz EL-Ehmed li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê spartin axê.
Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê û gundên wê bi armanca wergirtina cenazeyên şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zorê Xalid EL-Ebid (Qiwetlî) û şervanê Erka Xweparastinê Fewaz EL-Ehmed ên di hemleya rizgarkirina bajarê Reqqayê de Şehîd bûn li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê kom bûn. Girseya gel ku bê navber diruşme davêtin, piştî wergirtina cenazeyan ber bi karwanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê derketin rê.
Di riya ketina goristanê de girseya gel ku cenazeyên herdû şevanan ji tirmpêlan daxistin û li ser milan kirin û heta goristanê meşiyan. Li goristanê merasîm hate lidarxistin.
Mersîm bi rêzgirtinê destpêkir û paşê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Esed axivî û sersaxî ji malbatên herdû şehîdan re xwestin. Ehmed destnîşan kir ku Şehîdan ji bo gelê xwe di herêmên dagirker de canê xwe feda kirin, ji bo ku Azadî, Rastiyê û Edaletê belav bikin Şehîd ketin.
Ehmed di dawiya axeftina xwe de destnîşan kir ku Erdogan û çeteyên girêdayî wî ji bo hemleya rizgarkirina Reqqa asteng bikin êrîşî Efrîn û Şehbayê dikin û got ku bi saya tekoşîna gel û şehîdan de hemû pîlanên wan vala derbikevin.
Fermandara YPG`ê û YPJ`ê Sariya Dijwar jî di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku Şehîdan bi tekoşîna xwe riya azadiyê xêz kiririne û ewlekariya herêmê parstine û soz da ku dı hêzên wan heta dawî şopdarên riya şehîdan bin.
Piştî axafitnan nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hate kirin.
Hevalên Şehîdan Cenazeyên wan bi dirûşemyên”Şehîd Namirin” spartin axê.
BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTÎ YA YPJ Ê