DAIŞ’ê ji bo pêşketina şervanan asteng bike, sivîlan dikirin mertal

 

REQQA– Çeteyên DAIŞ`ê li taxa EL-Deriya û taxên din ên Reqqa ji bo nehêlê şervanên QSD`ê ber bi navenda bajar ve pêş bikevin, sivîlan dikin mertal.

Şervanên QSD’ê ji bo rizgarkirina taxa El-Diriye a rojavayê bajarê Reqqa ketin nava tevgerê.Çeteyan jî ji bo pêşketina şervanan a ber bi navenda bajarê Reqqa de asteng bikin, welatiyên sivîl wekî mertal bikar tanîn.

Şervanên QSD`ê Melik Mihemed yê di taxa El-Diriye de ye û di hemû êrîşên li ser taxê de cih girtiye da zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê şeniyên taxê weke mertal bikar anîn û bi vê yekê xwestin pêşiya pêşketina şervanan bigirin.

Mihemed destnîşan kir ku şervanên QSD`ê dest bi karê xwe kirin û li hember êrîşên çeteyan sekînin û bersiv dan. Piştî wê şervanên QSD`ê bi rizgarkirna taxê ve rabûn û zerar negha tu kesî. Şervanan sivîl birin cihê bi ewle ku ji aliyê şervanan ve hatiye rizgarkirin.

Şervanê bi navê Melek Mihemed her wiha diyar kir ku ew zarokên Reqqa ne û  li hember hemû êrîşên çeteyan li ber xwe bidin û parstina herêmên xwe bikin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …